Partîyên Kurdî yên li Kerkûkê rêk nekevtin
Şoreş hesen berpirsê ragihandina melbenda Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê li Kerkûkê, di evê bareyê de ji PNA re ragihand, ku îro di kombûna alî û partîyên Kurdî yên bajarê Kerkûkê de ku biryar bû hemû partîyên Kurdî di lîsta Hevpeymanîya Niştîmanîya Kurdistanî de kom bibin û beşdarî di hilbijartinan de bikin, lê bi mixabinî ve alîyên Kurdî rêk nekevtin û biryara evê yekgirtinê hiweşîya bi hinceta ku dem derenge.
Şoreş Hesen got, ku lîstên Kurdî di kombûnê de bas kirine ku nûnerên xwe di lîsta xwe de danîne û nabe ku êdî ew kesekî ji lîsta xwe bikine derê. Di encam de jî dê Kurd bi çend lîstan beşdarî di hilbijartinên giştîyê Iraqê yên bihê de bikin.
