Nefta Kurdistanê digihîje bazarên cîhanê
Li gor raporteke rojnameya Today Zaman a Tirkiyeyê, Taner Yildiz wezîrê wuzeya Tirkiyeyê aşkira kiriye, ku nefta Kurdistanê dê li wêstgeha Ceyhanê bihê embarkirin û hêvîdare jî ku heta dawîya evê heyvê li ser evê mijarê li gel hikûmeta Bexdadê bigihîjine rêkevtinekê.
Yildiz herwisa gotiye: ´´ hatina nefta xaw bo Tirkiyeyê ji Iraqê ve dest pê bûye û dê li wêstegeha Ceyhanê de bihê hilgirtin û heta Bexdad razî nebe, berev bazarên cîhanî nahê şandin.´´
Hikûmeta Iraqê ji ewê yekê acize ku Tirkiye bo hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê berev Tirkiye û bazarên cîhanê, bi bêyî rezamendîya Bexdadê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Hewlêrê rêkevtin îmza kiriye.
Li gel nerazîbûnên Bexdadê, her du hikûmetên Herêma Kurdistan û Tirkiye û berpirsên pile bilindên Kurdistanî û Tirkiyeyî tekez li ser berdewamîyta rêkevtinnameyên hevbeş ên di buwarê neft û gazê de kirine.
