Dadgeh her du dosyeyên Seyid Sadiq û Pişder weke Genuside qebûl kir
Di wê derbarê de wezîrê karûbarên Şehîd û enfalên Kurdistan Aram Ehmed ragehand ku, dadgeha bilind ya Îraqê derbarê her du dosyeyên weguhastina Şîniyên Seyid Sadiq û Pişder ji aliyê rejîma Besê ve biryara xwe eşkere kiriye.
Aram Ehmed eşkere kir ku, dadgeh biryar daye ku ew her du dosyeyên han jî weke genuside li dijî gelê Kurd qebûl kiriye.
Ehmed di beşeke din ji axaftinên xwe de biryara han ya dadgeha bilind ya tawana a Îraqê bi biryareke girîng wesif kir û got: Li gorî biryara dadgeha bilind ya tawanan a Îraqê Şîniyên wan her du deveran jî dikarin daxwaza qerebûkirinê ji hikûmeta Îraqê bikin.
