Salih Mutleq: Êrîş bo ser DIŞI karekî şaş e
Piştî biryara hikûmeta Îraqê ya bo berdewam kirina operasiyonên artêşê yên li dijî DIŞIê Cîgirê Serokkomarê Îraqê Salih Mutleq ragehand ku, birêve birina operasîyonan li Enbar û Felûceyê li dijî DIŞIê karekî şaş e jiber ku, operasîyoneke bi wê rengî wê zererên gelek mezin bide xelkê wan deveran.
Salih Mutleq derbarê daxwaza Eyad Elawî ya ji bo wekêşana tevahiya wezîrên ser bi lîsteya Îraqiye ji hikûmeta Malikî jî de got: Ew daxwaza han daxwazeke bê encam e û jibilî zererê bo Îraqê ti fêdeyeke wê tuneye.
