• Friday, 13 February 2026
logo

Birêveberatiya karûbarên Şehîdan li Dihukê Roja artêşa Îraqê nekir of

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Birêveberatiya karûbarên Şehîdan li Dihukê Roja artêşa Îraqê nekir of
Roja 6 meya yek roja damezrandina artêşa Îraqê ye lewma li seraserê Îraqê ofa resmiye.

Birêveberatiya karûbarên Şehîdan li Dihukê îro duşem roja artêşa Îraqê nekire of û karêbarên xwe yên rojane cîhbicîh kir.

Her çend li seraserê Îraqê de îro ofa resmî bû lêbelê birêveberatiya karûbarên şehîdan li Dihukê guh neda ofa hikûmeta Îraqê û karûbarên xwe cîhbicîh kir.

Di daxuyaniyekî de birêveberê karûbarên şehîd û enfalên Kurdistanê ya li Dihukê eşkere kir ku, guh nedan bi ofa fermî ya hikûmetê rêz girtina me ji bo şehîd û enfalên Kurdistanê ye.
Top