Birêveberatiya karûbarên Şehîdan li Dihukê Roja artêşa Îraqê nekir of
Birêveberatiya karûbarên Şehîdan li Dihukê îro duşem roja artêşa Îraqê nekire of û karêbarên xwe yên rojane cîhbicîh kir.
Her çend li seraserê Îraqê de îro ofa resmî bû lêbelê birêveberatiya karûbarên şehîdan li Dihukê guh neda ofa hikûmeta Îraqê û karûbarên xwe cîhbicîh kir.
Di daxuyaniyekî de birêveberê karûbarên şehîd û enfalên Kurdistanê ya li Dihukê eşkere kir ku, guh nedan bi ofa fermî ya hikûmetê rêz girtina me ji bo şehîd û enfalên Kurdistanê ye.
