Rewşa Felûce û Enbarê hîn jî aloz û metirsîdar e
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên artêşa Îraqê ragehandin ku, hîn jî şer û pevçûn di navbera artêşa Îraq û çekdarên ser bi Elqaîde û dewleta îslamiya Îraq û Şamê li Enbar û Felûceyê de didome.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, beşek ji eşîrên wan deveran jî piştgîriya dewleta îslamiya Îraq û Şamê dikin û tevî wan êrîşî artêşa Îraqê dikin.
Ji aliyeke din ve jî çend Serok eşîrên deverê jî diyar kirin ku, artêşa Îraqê dest bi êrîş kirin bo ser eşîran kiriye û heta niha artêş êrîşî grûpên çekdar dikir lêbelê îro êrîşî eşîran jî kiriye û herî kêm 8 endamên eşîran kuştiye.
