• Friday, 13 February 2026
logo

Zimanê kurdî bû duyem zimanê fermî yê Iraqê

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Zimanê kurdî bû duyem zimanê fermî yê Iraqê
Biryarderê komîteya ragihandin û rewşenbîriyê ya Parlamentoya Iraqê Muayed Teyib ragihand ku parlamentoyê îro proje yasaya zimanên fermî yên Iraqê pejirand, lewra niha li gor destûr û yasayeke taybet zimanê kurdî bû duyem zimanê fermî yê Iraqê.

Muayed Teyib ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de proje yasaya zimanên fermî pesend kir”.

Teyib diyar kir ku li gor wê yasayê divê hemû dezgeh û saziyên Iraqê bi zimanê kurdî mamele bi zimanê kurdî bikin û nivîsên fermî jî bi kurdî bêne nivîsandin.

Teyib bal kişand ku ev yasa dê derfeta kar ji bo 10 hezar hemwelatiyên Kurd peya bike, ji ber ku piraniya hemwelatiyên ku zimanên kurdî û erebî dizanin li Iraqê bi tenê Kurd in.


Rudaw
Top