• Friday, 13 February 2026
logo

Bexdad 2 Trîliyon û 400 Miliyard Dînar ji bûdceya Herêma Kurdistanê kêm dike

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Bexdad 2 Trîliyon û 400 Miliyard Dînar ji bûdceya Herêma Kurdistanê kêm dike
Hikûmeta navendîya Iraqê pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ya bo sala 2014 kêm dike û berpirsekî wezareta darayîya Herêma Kurdistanê jî aşkira dike ku heta niha rêjeya bûdceya Herêma Kurdistanê neçespîye (tesbît nebûye) û renge pitir jî bihê kêmkirin.


Birîkarê wezareta daryî û aborîya hikûmeta Herêma Kurdistanê Reşîd Tahir di bêjedaneke rojnamevanî de ragihand, ku ´´wezareta darayîya Iraqê bi hinceta kurthênana bûdceya giştîya Iraqê di sala 2014 de, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ya bo sala 2014 kêm kiriye.´´

Reşd Tahir wiha jî da xuyakirin, ku ´´ sereta bûdceya Herêma Kurdistanê bo sala 2014 18 Trîliyon û 700 Miliyard Dînar bû, lê niha bo 16 Trîliyon û 400 Miliyard Dînar hatiye kêmkirin û ji nişka ve 2 Trîliyon û 400 Miliyard Dînar lê hatiye birîn.´´

Birîkarê wezareta darayî û aborîya Herêma Kurdistanê ewe jî ragihand, ku heta niha ew rêjeya kêmkirî neçespîye, renge kêmtir jî bihê kirin. Reşîd Tahir ragihand:´´ sereta bûdceya Iraqê bi 175 Miliyard Dînar xemilandin, lê paşê bi bêyî hîç pilanekê û ji nişka ve 15 Trîliyon lê hate kêmkirin, nahê zanîn ka li ser çi binbgehekê ew rêje hatiye kêmkirin.´´

Di heman demê de birîkarê wezareta darayî û aborîya Herêma Kurdistanê nepejirandin û paşkevtina bûdceya 2014 vedigerîne bo rewşa siaysîya Iraqê û tekz dike ku kes nizane dê kengê bihê pesendkirin.
Top