• Friday, 13 February 2026
logo

Tohmetbarekî dosyaya terorkirina Kawe Germîyanî xwe radestî polîs kir

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Tohmetbarekî dosyaya terorkirina Kawe Germîyanî xwe radestî polîs kir
Birêveberê ragihandina polîsê îdareya Germîyanê aşkira kir, ku yek ji tohmetbarên kesya rojnamevanî kuştî Kawe Germîyanî ku dadgehê biryara girtina wî daye, xwe radestî polîs kiriye. Ew tohmetbare berpirsekê hikûmetê ye û pêştir malbata Kawe Germîyanî sikala li ser wî tomar kirine.

Birêveberê ragihandina polîsê Germîyanê moqedem Hesen Muhemed di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, ku duh paş nîvro yek ji ewan kesên ku li ser dosyaya rojnemavanê terorkirî Kawe Germîyanî hatibû daxwazkirin, xwe radestî hêzên polîsê Kelar kiriye ku navê wî ´´Zaxo Ehmed´´e. Zaxo Ehmed berpirsê beşa hêlên veguhastina kehrebayê li bajarê Kelarê ye.

Hesen Muhemed herwiha da xuyakirin, ku navhatî li gor madeya 406 a qanûna sizadanê li ser fermana dadwer bo zîndana girtin û veguhastina Germîyanê hatiye veguhastin û lêkolîn li gel wî berdewame.

Li ser dosyaya terorkirina rojnamevan Kawe Germîyanî, kes û kar û malbata wî sikala (şikayet) li ser sê kesan bi anvê Mehmûd Sengawî endamê polîtboruya Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK), Ednan Heme Mîna endamê polîtboruya YNKê û Zaxo Ehmed berpirsê beşa hêlên veguhastina kehrebaya Kelarê tomar kirine.

Duh dadgeha berayî ya Kelarê biryara girtinê bo her yek ji Ednan Heme Mîna endamê polîtboruya YNKê û Zaxo Ehmed derkir. Pêştir dadgehê li ser heman keysê, fermana girtina bo Mehmûd Sengawî ednamê pile bilindê YNKê û endmaê polîtboruya evê partîyê derkiribû.

Birayê Kawe Germîyanî jî pêştir ragihandibû, ku wan ji ber ewê çendê gilî li ser Zaxo Ehmed tomar kirine, çimku di hejmara 4 a govara Geran de ku Kawe Germîyanî sernivîskarê wê bûye, Kawe Germîyanî raportekê li ser Ednan Heme Mîna belav kiriye ku navê Zaxo Ehmed jî tê de bûye, ji ber ku Zaxo Ehmed kesekî nêzîkî Ednan Heme Mîna ye û paşê li ser heman raportê arîşe çê dibe û arêşe digihîje dadgehê û her du alî sikalayê li ser hev tomar dikin.
Top