• Friday, 13 February 2026
logo

Teqîneke bihêz Kerkûk hejand

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Teqîneke bihêz Kerkûk hejand
Vê sibê teqîneke bihêz bajarê Kerkûkê hejand û di encam de herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest da û 50 kes jî birhindar bûn.

Teqîn li ber binkeyê polîsên Qurye ya Kerkûkê çêbû û li gor agahiyên hatine bidest xistin herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest da û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn. Herwiha piraniya qurbaniyan Turkmen in.

Di heman demê de zerareke zêde gehişte otomobîl û avahiyên hevwelatiyan û teqîn nêzîkê dibistanekê çêbû ku sê dewam têde tên kirin. Hat zanîn ku teqîn bi otomobîleke barhilgir hatiye kirin.

Basnews
Top