• Friday, 13 February 2026
logo

Hêzên Îranê ciwanekî din ê Kurd kuştin

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Hêzên Îranê ciwanekî din ê Kurd kuştin
Hat ragehandin ku li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê du şev berê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê, bi gumana barê qaçax pêre ye, teqe li hevwelatiyekî Kurd kirin û di encam de ciwanekî Kurd ê bi navê ’Saman Xizrî’ yê 26 salî canê xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku piştî kuştina ciwanê Kurd, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye tazî kirin û piştre bi otomobîlê li ser erdê hatiye kaş kirin û piştre termê wî avêtine ’’Xirî Şîwe Kudû’’ yê.

Ji aliyê xwe ve hevwelatiyên Kurd ên bajarê Serdeşt nerazîbûna xwe ji wî karê hêzên ewlekariyê anîn ziman û ji aliyên peywendîdar xwestine ku tawanbarên cinayetê diyar û mehkeme bikin. Herwiha hat ragehandin ku Saman Xizrî nû zewici ye.

Basnews
Top