• Friday, 13 February 2026
logo

Biryare Kurd li Kerkûkê bi lîsta ´´Hevpeymanîya Niştîmanîya Kurdistan´´ tevlî hilbijartinan bibin

Gulan Media January 7, 2014 Nûçe
Biryare Kurd li Kerkûkê bi lîsta ´´Hevpeymanîya Niştîmanîya Kurdistan´´ tevlî hilbijartinan bibin
Partîyên Kurdîyên Kerkûkê di hewla yekgirtinê de ne ew jî piştî hilweşîna lîsta Kerkûka Kurdistanî ku di heyva dawîya sala 2013 de hatibû avakirin û piştî du rojan hilweşîyabû. Biryar wiha ye ku hemû partîyên Kurdî yên Kerkûkê bi lîsta ´´Hevpeymanîya Niştîmanîya Kurdistan´´ beşdarî di hilbijartinan de bikin.


Jêderek ji bajarê Kerkûkê ku nexwast navê xwe aşkira bike, ji PNA re ragihand, ku ´´birayre partîyên Kurdî yên Kerkûkê di lîstekê de kom bibin û bi yek lîstê beşdarîyê di hilbijartinan de bikin ku biryare serokê evê lîstê jî Muhemed Hacî Mehmûd be.´´

Heman jêderî aşkira jî kir, ku mercê beşdarbûn di evê lîstê de ewe ye ku gerek her du partîyên desthilatdar yanî PDK û YNK beşdarîyê tê de bikin, heger na rê nahê dayîn ku PDK an YNK bi tenê bikevine nav lîstê. Li gor zanyarîyan heger PDK û YNK beşdarî evê lîsta hevbeş a Kurdî nebin, dê Kurd wê demê bi sê lîstên cuda beşdarî di hilbijartinên bihê yên Iraqê de bike, lê li gor zanyarîyên ku PNA ji jêderê xw eve bi dest kevtiye, PDK û YNK dê her yek bi 4 kandîdan tevlî lîsta hevbeş bibin.

Li gor gotina heman jêderî, dê roja sêşembîyê rêkevtina navbera alî û partîyên Kurdî li Kekrûkê yekalî bibe û yan dê Kurd bi yek lîsta hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin yan jî dê bi sê lîstan.

Şoreş Hesen berpirsê ragihandina melbenda Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê li Kerkûkê di evê bareyê de ji PNA re ragihand, ku ´´me weke Yekgirtû pêşniyarek daye lîsyên Kurdîyên kerkûkê ku di lîstekê de yek bigirin bo hilbijartinên parlemana Iraqê li Kerkûkê û ew yek jî dê roja sêşembîyê yekalî bibe.´´

Şoreş Hesen herwiha got:´´ bo lîsta Kerkûk, renge serokê lîstê nehê destnîşankirin û rêzbenda kandîdan bi şêweya tîrûpişk be bo hemû alîyan û heta niha jî hîç giriftek di navbera alîyên Kurdî yên Kerkûkê de bo yek lîstîyê nîne.´´
Top