• Friday, 13 February 2026
logo

Encûmena Rêveberiya Demî ya PYDê li Amûdê dicive

Gulan Media January 6, 2014 Nûçe
Encûmena Rêveberiya Demî ya PYDê li Amûdê dicive
Îro duşemê saet 10 sibehê bi dema Qamişlo, Encûmena demî ya danîna yasayan a Rêveberiya Demî ya partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê dê li bajarê Amûdê bicive da ku pirojeyên Rêveberiyê gengeşe bike û bipejirîne.

Tê çaverêkirin ku Encûmen reşnivîsên projeyên her sê komîteyên amadekirina projeya rêveberiya demî, sîstema hilbijartinan û peymana civakî guftûgo bike û bipejirîne.

Roja 31ê çile ya borî Encûmena demî ya danîna yasayan a rêveberiya demî civînek li dar xistibû û li ser daxwazên alî û kesên ku xwestibûn tevlî rêveberiyê bibin erê kiribû.

Di heman rojê de, endama desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a ser bi PYDê ve Îlham Ehmed diya kiribû ku ewê rêveberiya demî berî lidarxistina kongreya Cenêv2 di 22yê çileya sala 2014an de rabigihînin.

Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî, ku hevalbendê PYDê di Rêveberiya Demî de ye, Cemal Mela Mehmûd şeva borî ji televizyona Sema, ser bi rejîma Sûriyê got ew hewil didin ku Rêveberiyê berî kongreya Cenêv2 ragihînin.

Cemal Mela Mehmûd, ku hevdem endamê komîteya cîbicîkar a Desteya Hemahengiya Niştimanî ye, ku weke opozisyona hindur a nêzîkî rejîma Sûriyê tê naskirin, ji kanala televizyonê, ser bi rejîmê ve, tekez kir ku ev rêveberî tenê demî ye.

Rudaw
Top