• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞê Felûce bi tewawî û çend taxên Romadî kontrol kiriye

Gulan Media January 6, 2014 Nûçe
DAIŞê Felûce bi tewawî û çend taxên Romadî kontrol kiriye
Jêdereke pile bilindê hêzên ewlehîyê li parêzgeha Enbar a iraqê ragihand, ku bajarê Felûce bi tewawî ji kontrola hikûmeta Iraqê derçûye û niha di jêr kontrola çekdarên DAIŞê de ye. Li gor zanyarîyan DAIŞê piştî kontrolkirina Felûceyê, w alîyek bo deverê destnîşan kiriye.

Li gor nûçya ajansa Frans press, hêzên ewlehîyên Iraqê yên li parêzgeha Enbarê ragihandine, ku bajarê Felûce bi tewawî kevtiye di jêr kontrola çekdarên rêkxistina Dewleta Îslamîya Iraq û Şamê (DAIŞ) û hikûmet hîç hebûnek li deverê nemaye, tenê nawçeyên derdora bajar hindek hêzên polîs tê de mane.

Ji alîyekê din ve çend serok hoz û berpirsekê parêzgeha Enbarê ji ajansa Roytêrz (Reuters) re ragihandiye, ku artêşa Iraqê hewl daye ku bajar bixin di jêr kontrola xwe de û bo evê mebestê jî di şev de bajar dane ber topbaranê, ku di enacm de bi kêmanî 8 kes hatine kuştin.

Ji alîyekê din ve nûnerê parlemana Iraqê yê ser bi Hevpeymanîya Mutehêdûn a Sunîyan Semî´e Xelab di beyannameyekê de ragihandiye, ku ewa ku niha li Felûceyê rûy dide, bûyerên dema dagîrkarîya Amerîka û êrişa Amerîkayê bo ser evî bajarê bi bîr dihîne, her ji ber wê berdewamîya proseya serbazî rewşê aloztir dike.

Xelab daxwaz ji nûnerê Neteweyên Yegirtî yê li Iraqê û rêkxistina Kongreya îslamî û Komkara Erebî,Yekîtîya Ewropa û gişt rêkxistinên peywendîdar bi mafên mirov kiriye ku demildest kar bo rawestandina topbarana bê armanc a li ser abajarê felûce û nawçeyên derdora wê ji alîyê artêşa Iraqê ve bikin.

Herwiha li gor zanyrîyan çend taxên bajarê Romadî ya navend a parêzgeha Enbar jî kevtine di jêr kontrola hêzên DAIŞê de. Di girteyeke vîdeyoyî de ku li ser torên civakî û internetê hatiye belavkirin, çekdarên DAIŞê suwarê otomobîlan û bi çekên sivik û nîmçe giran di nava cadeyên bajar de rije diçin. Pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê li bajarê Romadî jî qewimîye û hêzên hikûmetê li gelek cihan vekişîyane.

Pizişkîya dadwerîya parêzgeha Enbarê jî ragihandiye, ku ji ber topbaran û pevçûnan li evê parêzgehê hejmara qurbanîyan gihîjtiye 98 kuştî û birîndar. Herwiha di encama alozîyên evan çend rojên dawî de bi hezaran kes jî aware bûne.
Top