Eniya El-Ekrad 3 taxên Helebê ji destê DAIŞ´ê rizgar kir
Nivîsîngeha Çapemeniyê ya Eniya El-Ekrad diyar kirin ku şervanên wan taxên Bustan Paşaa, Hulok û Bedîn ên Helebê ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin. Buroyê destnîşan kir ku şervanên wan riyên taxa Şêxmeqsûd ku ji alyê çeteyan ve hatibû giritin hatiye vekirin.
Li gor nûçeyê di pevçûnên rizgarkirina taxên Helebê de zêdeyî 20 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin û gelek ketine destê şervanên El-Ekrad de.
Ji aliyekî din ve di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û Tevgera Ehrar El-Şam de li gundê Hisêniyê yê 2 km dikeve rojavayê Til Hemîs, pevçûnên giran derketin. Hate gotin ku di encama bersivdayîn hêzên YPG’ê de gelek çete hatine kuştin.
Li derdora gundê Hisêniyê şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin.
ANHA
