• Friday, 13 February 2026
logo

John Kerry: Amerîka carek din hêz naşîne Iraqê lê piştgîrîya Iraqê dike

Gulan Media January 6, 2014 Nûçe
John Kerry: Amerîka carek din hêz naşîne Iraqê lê piştgîrîya Iraqê dike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di roja çarem a danûstandinên xwe ligel berpirsên Îsraîlî û Filestînî de ragihand ku pilana aştiyê dê ji her du aliyan re dadperwer û hevseng be.


John Kerry di kongreyeke rojnamevaniyê de got “Ez dikarim gerentiyê bidim ku Serok Barack Obama û ez bi xwe jî dê hizirên dadperwer û hevseng pêşkêşî hemûyan bikin”.

Derbarê Sûriyê de, Wezîrê Derve yê Amerîka diyar kir ku Îran dikare di paşkoyê kongreya Cenêv2 de roleke di çaresekirina krîza Sûriyê de bilîze.

Kerry got “Zehmete Îran a ku piştgiriya kongreya Cenêv1 nekiriye, wek hevbeş li ser asta wezîran beşdariya Cenêv2 bike, lê ew dikare di paşkoyê kongreyê de roleke avaker bilîze”.

John Kerry behsa reşwa Iraqê jî kir û tekez kir ku Hikûmeta Iraqê û eşîrên iraqî dê di şerê li dijî rêxistina Qaîde de serbikevin. Lê belê got ku Amerîka nafikire car din hêzên xwe bişîne Iraqê.

Kerry got “Ev şer taybete bi Iraqê, em nafikirin car din vegerin, emê alîkariya wan bikin di şer de”.

Wezîrê Derve yê Amerîka piştgiriya danûstandinên rasterast ên Başûrê Sûdanê kir ku biryare îro destpêbikin û got “ Amerîka wê piştgiriya aştîxwazan bikin, lê em piştgiriya wan kesan nakin ku dixwazin bi hêza leşkerî serbikevin”.
Top