• Friday, 13 February 2026
logo

Jiber tedbîrên ewlekarî dêmena Qamîşlo hatiye guhertin

Gulan Media January 6, 2014 Nûçe
Jiber tedbîrên ewlekarî dêmena Qamîşlo hatiye guhertin
Jiber tedbîrên tund yên ewlekarî dêmen û sîmaya bajarê Qamîşlo hatiye guhertin.

Aloz bûna rewşa Sûriyayê bandoreke gelek zêde li ser rewşa abûrî û ewlekarî ya Rojawayê Kurdistanê kiriye û niha rewşa xelk li Rojawayê Kurdistanê aloz e.

Bajarê Qamîşlo yek ji wan bajarên Rojawayê kurdistanê ye ku jiber aloziyên Sûriyayê rastî guhertinên sereke hatiye û jiber tedbîrên tund yên ewlekarî dêmen û sîmaya wê bajarê hatiye guhertin.

Şîniyên Qamîşlo ji rewşa han nerazîne, jiber ku piraniya rê û kolanên nava bajarê hatine daxistin û di warê hatuçû de Şîniyên wê bajarê rastî astengiyên gelek mezin hatiye.
Top