• Friday, 13 February 2026
logo

Li Til Hemîsê 10 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media January 6, 2014 Nûçe
Li Til Hemîsê 10 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan
Di şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPGê ên ser bi PYDê û grûpên opozisyona Sûriyê de li devera Til Hemîs, 10 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyeke taybet ji nav PYDê ji Rûdawê re ragihand ku derengî şeva borî, di şerê li derdora Til Hemîsê de, 10 şervanên YPGê li ser destê çekdarên Lîwaya el-Ûqab jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê duh ragihandibû ku roja îna borî 5 şervanên YPGê li gundê el-Huseyniye li rojavayê bajarokê Til Hemîs jiyana xwe ji dest dane.

Ev bêtirî heftiyekî ye ku hêzên YPGê, ser bi PYDê di şer û pevçûnan de ne li her du deverên Til Birak, 45 kîlometroyan li başûr rojavayê Qamişlo û Til Hemîsê, 39 kîlometroyan li başûrê Qamişlo, û li gorî medyaya ser bi PYDê çendîn gund li her du deveran kontrol kirine.

Lê hem medyaya ser bi rejîma Sûriyê ve û hemjî opozisyona Sûriyê tekez dikin ku hêzên rejîma Sûriyê, hêzên berevaniya niştimanî, ku bi şebîheyên rejîmê tên naskirin û hêzên YPGê bi awayekî hev beş şer li dijî hêzên opozisyonê dikin. -

Rudaw
Top