El-Cerba car din weke serokê Hevpeymaniya Opozissyonê hat hilbijartin
Li gorî daxuyaniya Hevpeymaniyê, di civîna ku li Stanbolê tê lidarxistin, di helbijartinê de Ehmed el-Cerba 65 deng wergirtiye.
Hevrikê Cerba jî, Riyaz Hicab, serokwezîrê berê yê rejîma Sûriyê ku di tebaxa 2012an cuda bûbû û ji Sûriyê reviyabû, 52 deng wergirt û hevrikî ji dest da.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo cîgirên serokê Hevpeymaniyê, Her yek ji nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê, Ebdulhekîm Beşar 82 deng, Nûra el-Emîr 68 deng û Farûq Teyfûr 61 deng, wergirtine.
Posta sekreterê Hevpeymaniyê jî bi 59 dengan bû para hevrikê el-Cerba di xola borî de Mistefa Sebax.
Herwiha biryar e ku di civînên îro (06.01.2014) de, Hevpeymaniya Opozisyonê helwesta xwe ji beşdarbûna li kongreya Cenêv2 jî diyar bike.
Rudaw
