• Friday, 13 February 2026
logo

Dawî bi xwepîşandanên Seyid Sadiq hat

Gulan Media January 6, 2014 Nûçe
Dawî bi xwepîşandanên Seyid Sadiq hat
Aliyên têkeldar dest bi cîhbicîhkirina daxwazên xwepîşanderan kirin.

Piştî 3 rojan xwepîşandan li bajarokê Seyid Sadiq Duh dawî bi xwepîşandanan hat û aliyên têkeldar jî dest bi cîhbicîh kirina daxwazên xelkê bajarokê kirin.

Ew 3 roj bû jiber nebûna xizmetgozariyan xelkê bajarokê Seyid Sadiqê ya li Rojhilatê bajarê Silimaniyeyê de dest bi xwepîşandanê kiribû û di encama pevçûnan de welatiyek jî canê xwe ji dest dabû.

Lê hate zanîn aliyên têkeldar dest bi cîhbicîh kirina daxwazên xelk û xwepîşanderan kirine û bi vê rengî dawî bi xwepîşandanan hatiye û niha rewşa bajarokê aram e
Top