Rewşa Enbarê her dice aloztir dibe
Piştî dagîr kirina bajarê Felûceyê ji aliyê Elqaîdeyê ve û aloztir bûna rewşa parêzgeha Enbarê, civata parêzgeha han bo çareser kirina qirîzê çend pêşniyarek pêşkêşî hikûmeta Îraqê kir.
Civata parêzgeha Enbarê daxwaz kiriye parlementerê parêzgeha Enbarê Elî Elwanî yêku beriya çend rojan ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû biçavkirin were azadkirin, hêzên ewlekarî bi giştî ji bajarê vekêşin û parlementoya Îraqê jî weke navendeke amadekirina qanûnan rola xwe bi awayekî çalaktir bilîze.
Li hember de jî nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê belav kir, ew leşkerên ku ji wê parêzgehê re hatine şandin wê di nava bajaran werin wekêşandin.
Dohê Elaqîde bi hevkariya Eşîrên deverê dest danîbû ser bajarê Felûceyê ya li Enbarê û civateke leşkerî bo birêve birina wê bajarê damezrandibû.
