• Friday, 13 February 2026
logo

Şaredariya Wanê bi tabloyên kurdî pêşwaziya sala nû kir

Gulan Media January 2, 2014 Nûçe
Şaredariya Wanê bi tabloyên kurdî pêşwaziya sala nû kir
Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi tabloyên kurdî yên “Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê” pêşwaziya sala 2014an kir. Ew tablo li 5 dergehên bajar hatin danîn.

Şaredariya Wanê ku di sala 2010an de biryara “Xizmeta pirzimanîm dabû, li gorî vê biryarê bi helkefta destpêka sala 2014an li 5 dergehên bajarê Wanê tabloyên bi kurdî yên “Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê” danîn.

Tablo li ser rêyên Qelqelî, Payîzava, Erdîş, Artemêt û Şaxê yên wan girê dide Wanê hatine danîn.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê xebatên wan ên “Pirzimanî” bidomin.
Top