• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdarên Sune êrîşî hêzên polîs kirin

Gulan Media January 2, 2014 Nûçe
Çekdarên Sune êrîşî hêzên polîs kirin
Li Romadî hijmareke çekdarên Sune êrîşî 4 navendên polîsan kirin.

Hêzên çekdar yên Sune yên li Romadî îro êrîşî 4 navendên polîsan kirin û hijmarek polîs kuştin û hijmareke din jî birîndar kirin.

Piştî wê êrîşa han hikûmeta Îraqê yaku hêzên xwe yên çekdar ji wê bajarê vekêşandibû dûbare hêzên xwe bo nava Romadê birê kir.

Çekdarên Sune piştî dagîr kirina wan 4 navendan, tevahiya girtiyên di nava wan navendan de azad kirin û pişt re jî her 4 navend şewtandin.
Top