Li Hesekê hêzên rejîma Sûrî êrîşî benda YPG’ê kirin
Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarnewsê, hêzên rejîma Beisê duh 31/12/2013`an di saetên êvarê de li taxa Kellasê ya Hesekê êrîşî bendeke YPG’ê kirin û şer derket. Di encama şer de gelek êrîşkar hatin kuştin.
Di pevçûnan de şervanekî YPG’ê û welatiyekî sivîl jî jiyana xwe ji dest dan, her wiha 2 welatî jî birîndar bûn.
Hêzên rejîmê di heman saetan de êrîşî benda Asayîşê ya li taxa Til Hecer jî kirin û di êrîşê de 2 endamên asayîşê birîndar bûn. Piştre jî hêzên rêjîmê pave vekişiyan.
