Elqaîde Felûce bi giştî dagîr kir
Li gorî Şîniyên bajarê Felûcey û derdorê îro danê êwarê tevgera Elqaîde bi hevkariya çekdarên Eşîran yên deverê bi giştî bajarê Felûce dagîr kirine.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, hêzên asayîş û polîs yên hikûmeta Îraqê bûne du beş, beşek ji wan reviyane û beşek ji wan çekên xwe radestî Elqaîdeyê kirine.
Elqaîde li mizgeftan de daxwaz ji polîs û hêzên asayîşê kiriye ku, çekên xwe radest bikin jiber ku, bajar bi giştî ketiye destê wan.
Hêjayê gotinê ye ku, rewşa Parêzgeha Enbarê gelek aloze û niha di navbera Şîniyên wê Parêzgeh û artêşa Îraqê de şer didome.
