Pêş Cinêv-2 rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê dihê ragihandin
Îlham Ehmed, derbarê xebatên avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk de ji ANHA’yê re ragihand ku, desteya pêkanîna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, “Xebatên rengê rêveberiyê, qanûna hilbijartinan û hevpeymana civakî” bi dawî kirine.
Ehmed da zanîn ku ji bo ev xebat bêne nirxandin, wê meclîsa çêkirina qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî li hev bicive.
Endama DBK`ê Îlham Ehmed cext li ser ewê yekê jî kir ku armanca wan ewe ku beriya civîna “Cinêv-2” rêveberiyê îlan bikin.
