Îran li ser xeta avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ye
Mihemed Ceiferî hefteya borî bidizîve li Herêma Kurdistanê bû û ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Komel û Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê civiyabû.
Li gorî çavkaniyên zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hatina Ceiferî têkildarî rewşa navxweyî ya YNKê û rewşa Iraqê bû, herwiha Mihemed Ceiferî ji Komel û Yekgirtû re wiha gotibû: “Pirsgirêkên YNKê derbarê avakirina hikûmetê de di demeke nêzîk de dê bêne çareserkirin”.
PDKê, YNKê bi wê yekê tometbar dike ku keleman li pêş avakirina hikûmetê datîne û dibêje “Niha kêk 100% ne di destê me de ye heta ku tiştê ti dixwaze em bi te din”.
Aliyên ku dixwazin beşdarî hikûmetê bibin daxwaz ji PDKê dikin ku “sînorekî” ji bo daxwaziyên YNKê dane.
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, Emîrê Komleya Îsalmî ya Kurdistanê Elî Bapîr bi aşkere got :“ YNKê keleme li pêş avakirina hikûmetê”.
Di civîna her du polîtbîroyên YNKê û PDKê ya ku roja 24ê vê mehê hat lidarxistin, YNKê lîsteya daxwaz û pişka xwe di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de radestî PDKê kir, lê li gorî zaniyariyên Rûdawê PDKê bi daxwazên YNKê razî nebû.
Postên ku YNKê xwestine pêk tên ji Cîgirê Serowkezîr, Serokê Parlamentoyê, Wezîrê Darayî, Wezîrê Pêşmerge û 6 wezaretên din.
PDKê dibe ku tenê çend rojên din li benda YNKê bimîne, wek ku endamê şanda danûstandinan a PDKê Dilşad Şehab ji Rûdawê re got “Demeke zêde li ber me nemaye û piştî serê sale emê bi cidî gotûbêjan destpê bikin, ji ber ku dem li ber me nevekiriye”.
Rudaw
