• Friday, 13 February 2026
logo

Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê vedibe

Gulan Media December 31, 2013 Nûçe
Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê vedibe
Encumena Wezîrên Îraqê biryara vekirina konsulxaneya Çînê li Herêma Kurdistanê pesend kir.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîrên Îraqê Ferhad Nîmetulla ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Encumena Wezîrên Îraqê di civîna xwe ya îro (31.12.2013) de, biryara vekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê pesend kir”.

Ev biryara han ya Encumena Wezîrên Îraqê ligel wê yekê tê ku heman encûmenê îro biryara biparêzgehkirina Helebce pesend kir.

Li gorî malpera fermî ya Fermangeha Pêywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 9 nûneratiyên welatên Amerîka, Japon, Çîk, Hollenda, Îran, Misir, Rûsya, Frensa, Brîtaniya, Elmaniya, Tirkiye, Ordun, Korya Başûr, Îtalya, Danîmarka, Yûnanistan, Komara Bêla Rûsya, Nemsa û Îspaniya li Herêma Kurdistanê hene.
Top