• Thursday, 12 February 2026
logo

Helebce bû parêzgeh

Gulan Media December 31, 2013 Nûçe
Helebce bû parêzgeh
Encûmena Wezîrên Iraqê îro biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bi parêzgehkirina bajarê Helebce pejirand.

Cîgirê sekreterê giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Ferhad Nîmetullah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Encûmena Wezîrên Iraqê îro di civîna xwe ya normal de biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bi parêzgehkirina bajarê Helebce de pejirand”.

Nîmetullah diyar kir ku biryare Encûmena Wezîrên Iraqê îro sînorê îdarî yê parêzgeha Helebce destnîşan bike.

Li gor yasayên Iraqê, divê biryara bi parêzgehkirina Helebce ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve bê pejirandin ji bo ku biryar li ser erdê têkeve praktîkê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di dema serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê de, daxwaz ji Encûmena Wezîrên Iraqê kiribû ku biryara bi parêzgehkirina Helebce pesend bike.

Rudaw
Top