• Thursday, 12 February 2026
logo

Peykera Roboskî li Amedê hate danîn

Gulan Media December 30, 2013 Nûçe
Peykera Roboskî li Amedê hate danîn
Li navçeya Kayapinar ya Amedê peykera Roboskî hate danîn.

Îro li Amedê bi organîzatoriya Şaredariya Kayapinarê peykerek bo Roboskî hate danîn.

Di merasima danîna peykerê de nunerên hijmareke part û aliyên siyasî yên Kurdistanê, saziyên medenî û hijmareke zêde ji xelkê amadebûn.

Her di wê merasima han de dayikên her 34 Şehîdên Roboskî eşkere kirin ku, em bi tenê ne dayika 34 Şehîdên Roboskî ne belku, dayikên tevahiya Şehîdên Kurd û Kurdistanê ne.
Top