• Friday, 13 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê 2 boriyên dinên neft û gazê dikişîne Tirkiyê

Gulan Media December 30, 2013 Nûçe
Herêma Kurdistanê 2 boriyên dinên neft û gazê dikişîne Tirkiyê
Piştî rakêşana borîya yekem a neftî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê pilan kiriye ku du borîyên din jî bo veguhastina neft û gaza xwe berev Tirkiyeyê ava bike.


Rawêjkarê asayîşa aborîya Herêma Kurdistanê dibêje, ku Herêma Kurdistanê kar jibo rakêşana 2 boriyên din yên guhastina neft û gaze bo Tirkiyê dike ku di sala 2016`an wê temam bibe.

Rawêjkarê asayîşa aborî ya Herêmê Dr. Bêwar Xensî ragihand: Herêma Kurdistanê xwediyê zêdetir li 60 milyar bermîl yedeka neftê ye lê belê jiber kêmiya pişkînînan heya niha tenê xwediyê 45 milyar bermîle.

Bi daxuyaniyekê jib o ajansa Anadolê Xensî got: Eger kompaniyên biyanî yên neft û gazê zêdetir kar bo neft û gaza herêmê bikin tê pêşbînî kirin ku yedeka neftê bo 60 milyar bermîl bilind bibe.

Rawêjkarê asayîşa aborî behsa wê yekê jî kir ku bi hatina sala 2020`an Herêma Kurdistanê dikare asta berhemînana neftê bo 2 milyon bermîl di rojekê de bilind bike.
Top