• Thursday, 12 February 2026
logo

Eşîrên Enbarê dest bi amadekariyên xwepîşandaneke berfire kirin

Gulan Media December 30, 2013 Nûçe
Eşîrên Enbarê dest bi amadekariyên xwepîşandaneke berfire kirin
Eşîrên parêzgeha Enbarê dest bi amadekariyên xwe bo xwepîşandaneke berfire li dijî hikûmeta Malikî kirin.

Piştî bi dawî hatina ew dema ku, Eşîrên Parêzgeha Enbarê dabûn hikûmeta Malikî daku, parlementerê wê parêzgehê Elî Elwanî yêku, dohê binçav kiribû azad bike, Eşîrên Enbarê ragehandin ku, dest bi amadekariya xwepîşandaneke girseyî û êrîş kirine ser hêzên ewlekarî kirine.

Di vê derbarê de Peyvdarê wan Eşîran eşkere kir ku, dohê piştî binçav kirina Elî Elwanî me biryar da daku, di nava 12 saetan de Elî Elwanî were azadkirin lêbelê hikûmet ew daxwaza han cîhbicîh nekir lewre em weke Eşîrên Enbarê dest bi amadekariyeke berfire bo destpêkirina xwepîşandaneke girseyî kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku, hêzên ser bi Nûrî Malikî êrîşa mala Parlementer Elî Elwanî kiribû, biyar û hijmareke zirwanên vî jî kuştin û Elwanî jî binçav kirin.
Top