• Friday, 13 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Erdogan serokê partiya kartonên solan e

Gulan Media December 29, 2013 Nûçe
Kiliçdaroglu: Erdogan serokê partiya kartonên solan e
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, bi tundî êrişî Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê kir û wiha gotê: “Tu serokê partiya kartonên solan î.”

Operasyonên vê dawiyê yên gendelî û bertîlê yên Tirkiyê, ji aliyekî ve bûye sedema aloziya pêwendiyên navbera hikûmeta AKPê û Cemaeta Gulen û ji aliyekî din de jî bûye sedema wê ku partiyên opozîsyonê bi taybet CHPê “tola xwe” li AKP û serokê wê Erdogan veke.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokê Giştî yê CHPê ku wek partiya serekî ya opozîsyona Tirkiyê tê naskirin, Kemal Kiliçdaroglu îro (29.12.2013) li navçeya Şîşlî ya Stenbolê di merasima vekirina avahiya partiya xwe de axaftinek kir û bi tundî êrişî Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê AKPê Receb Tayîb Erdogan kir.

Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku nobedariya CHPê ji bo wî rûmet e û wiha got: “Navê min kir Kemalê karmend, Kemalê cotkar, Kemalê malnişîn. Min hemû qebûl kir. Lê dema wan gendelî kir gendeliya wan eşkere bû. Dibêje li nav dewletê de çete hene. Tu niha çeteyan dibînî? Tu dê destpêkê têra xwe bidizî paşê jî wisa bêjî?”.

Kiliçdaroglu amaje bi pereyên ku li mala rêveberê giştî yê Halk Bank li nav kartonên solan der derketibû, kir û ji Erdogan re wiha got: “Tu serokê partiya kartonên solan î.”

Navê partiya Erdogan bi tirkî AKP ye û pevya “partiya kartonên pêvalan” jî bi tirkî “Ayakkabi Kutusu Partisi” ku ji tîpên destpêkê yên peyvan AKP çêdibe.

Rûdaw
Top