• Thursday, 12 February 2026
logo

Li başûrê Rûsyayê teqînek xwekujî qewimî

Gulan Media December 29, 2013 Nûçe
Li başûrê Rûsyayê teqînek xwekujî qewimî
Li başûrê Rûsya li bajarê Volgogradê, di encama teqîneke xwekujî de li nav stasyoneke trenê de herî kêm 18 kes mirin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa Ria Novostî ya Rûsî, îro (29.12.2013) li bajarê Volgogradê yê Rûsyayê, xwekujeke jin xwe li nav stasyona trenê de teqand û di encamê de 18 kes mirin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyê, piştî teqînê stasyon hat valakirin û hatin çûna nav avahiya stasyonê hat qedexekirin.

Li bajarê Volgogradê ku di dema Sovyetê de bi navê Stalîngradê dihat naskirin, roja 21ê Cotmehê jî teqînek xwekujî qewimî û di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Ev teqîn û êrişên xwekujî di demekî de li Rûsyayê diqewimin ku Rûsya xwe ji yariyên olempîka zivistanê ya sala 2014an re amade dike. Yariyên olempîka zivistanê ya sala 2014an dê li bajarê Sûçî li kêleka deryaya Reş were sazkirin û meh û nîvek din dest pê dike.

Li gorî ajansa Reutersê, dibe ku teqîna îro ya bajarê Volgogradê ji aliyê çekdarên çeçenî ve hatibe kirin, çimkî havîna îsal yek ji lîderên çeçenî yê bi navê Doko Emerov ji şervanên xwe xwastibû, heta ji destê wan tê fişarê bixin ser Rûsyayê da ku Serokomar Vlademîr Pûtîn nekaribe tevlî yariyên olempîkê bibe.

Bajarê Volgogradê 690 km dûrî bajarê Sûçî ye û nifûsa wê jî nêzîkî milyonek kes e.

Rûdaw
Top