Enstîtoya Kurdî ya Stebnolê derbasî sîstema hevserokatiyê bû
Enstîtoya Kurdî ya Stenbolê îro (29.12.2013) li çaremîn kongreya xwe li dar xist. Di kongrê de gellek delege û welatiyên normal beşdar bûn.
Di dawiya kongrê de, rêveberiya nû ya enstîtoyê bi sîstema hevserokatiyê hat hilbijartin.
Li gorî DÎHDyê, li şûna Zana Farqînî ku 2 sal bû serokê enstîtoyê bû, Samî Tan û Gulseren Yildirim wek hevserokên Enstîtoya Kurdî ya Stenbolê hatin hilbijartin.
Ji bo encumena rêveberiya enstîtoyê jî ev kes hatin hilbijartin: Alî Arslan, Îhsan Akyûz, Muzaffer Avşar, Haci Sayin û Gulşen Erdogan
Rûdaw
