• Thursday, 12 February 2026
logo

Elî Qeredaxî: Operasyona Stenbolê komployek navnetewî ye

Gulan Media December 29, 2013 Nûçe
Elî Qeredaxî: Operasyona Stenbolê komployek navnetewî ye
Sekreterê giştiyê Yekîtiya Zanayên Misliman a Cîhanê, Elî Qeredaxî ragihand ku operasyona ku navenda wê Stenbol e komployeke navneteweyî ye.

Îro 29/12/2013`an, li bajarê Silêmaniyê ji bo "25 Saliya Yekîtiya Zanayên Misliman a Cîhanê" Elî Qeredaxî, di civîna çapemeniyê de derbarê operasyona ku navenda wê Stenbol e de axivî. Qeredaxî bûyer wek komployekê bi nav kir û wiha got: "Bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin perçeyek ji wê komployê ye ku ji bo hemû hereketên îslamê dane destpêkirin."

Qeredaxî wiha axivî: "Li Misrê Îxwan Mislimîn (Birayên Misilman) 5 caran hat hilbijartin lê ji desthilatiyê hat dûrxistin. Herî dawîn li hember Îxwanê derbe kirin. Em heman tiştî li Tûnis, Yêmen û Sûriyeyê jî dibînin.”

Elî Qeredaxî got: “Tişta ku herî girîng û balkêş ew e ku, welatên ereb pereyên xwe li bankeyên dewletên ku komployê li dar dixin radizînin. Li hemberî îslamê şerek heye. Me jî nas nakin. Dixwazin ku her tim hewcedariya me bi wan hebe."

Qeredaxî di axaftina xwe de diyar kir ku gendelî guneh e û tu misilmanek nikare vê biparêze û wiha pêde çû: "Heke gendelî hebe, divê yên ev kirine derkevin pêş dadê û cezayên wan bê dayîn. Edalet bê cîh."

Qeredaxî pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku li Tirkiyeyê cara ewil e ku hikûmetek ev qas têkiliyên baş bi Kurdan re datîne û wiha got: "Serokwezîrê Tirkiyeyê hewl dide ku makezagonê biguherîne. Em hêvî dikin ku di makezagonê de mafên Kurdan jî cih bigre û em dixwazin ku ew bi ser bikeve."

Li ser pirseke der barê herikîna neftê de jî Qeredaxî wiha axivî: "Ez hêvîdar im ku Erdogan bi ser bikeve. Berjewendiyên me hevpar in. Neft divê wisa bê derxistin her du welat jî qezenc bikin.”
Qeredaxî got: “Em bi hikûmeta Tirkiyeyê bi bawer in. Em dixwazin ev têkiliya dostane û nêzîk berdewam bike."

Li ser pirsa rojnamevanan libarê çûna gêncên Kurd bo Sûriyê jî Qeredaxî got: “Em daxwazê ji gêncan dikin li welatê xwe bimînin û ji bo cîhadê neçin Sûriyê. Çûnke li Sûriyê ewqas pêwîstiya xwe bi çekên pêşkeftî û hevkariyê heye pêwîstiya xwe bi şerkeran nîne. Ewên ku diçin wî welatî ji aliyê hindek aliyan ve bo mebestên taybet têne bikaranîn.”

Her weha Qeredaxî behsa wê yekê jî kiriye ku weku rêxistina Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misliman heya niha 3 karwanên hevkariyê bi qasî 5 milyar dînar gîhandine penaberên Sûriyê.

Jêder: Anadol
Top