• Thursday, 12 February 2026
logo

Dewleta Misrê: “Îxwan terorîst e”

Gulan Media December 28, 2013 Nûçe
Dewleta Misrê: “Îxwan terorîst e”
Hikûmeta demkî ya Misrê ku ji aliyê artêşê ve tê piştîvanîkirin, Îxwan wek “grûbeke terorîstî “ îlan kir.

Dewleta Misrê herwiha ragihand her xwe pêşandan û civîna ji aliyê vê grûbê derveyî qanûna wî welatî ye.

Televîziyona Hikûmeta Misrê di nûçeyeke lezgîn de ew xeber ragihand.

Ev biryar roja çarşemê 25.12.2013an de ji aliyê Cêgirê Serokwezîrê Hikûmeta demkî ya Misrê, Hisam Mihemed Îsa ve û piştî civîna Kabîneya Misrê hate ragihandin.

Di çend rojên borî de û bi taybet piştî teqîna di îdareya Polîs a bajarê Mensûrê de hinek rayedarên hikûmeta Misrê Exwanul Muslimîn wek “grûbeke terorîstî” îlan kiribûn, lê piştî daxuyaniya hikûmetê derbarê vê rêxistinê de mijarê rengê fermî girtiye.

Exwanul Muslimîn biryara hikûmeta Misrê bi tundî şermezar kiriye û wek ’biryareke bê wate’ ji aliyê ’hikûmeteke bê destûr’ ve ragihandiye.

Rêxistina Exwanul Mıslimîn ku piştî jikaravêtina Mihemed Mursî di bin zextan de bû çendîn caran wek rêxistineke nefermî hatibû ragihandin.

Di êrişa polîs û hêzên ewlekariyê bo ser endam û alîgirên rêxistinê bi hezaran kes ji endam û alîgirên wan hatine binçavkirin.

Niha sê dadgeh li tawanên Serokkomarê berê yê Misrê Mihemed Mursî dikolin ku di dema desthilatdariya xwe de encam dane.

Cîgirê Serokwezîrê Misrê di daxuyaniya xwe de herwiha ragihand ku li gor biryara nû her kesê/a ku endamê vê rêxistinê be, hevkariya wan bike yan ji bo wan propagandeyan bike, dê bê cezakirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî jikaravêtina Mihemed Mursî, alîgirên Îxwanê bi sedan xwepêşandanên narazîbûnê bi rêk xistine.

Hikûmeta demkî ya Misrê vê rêxistinê wek berpirsyarê rêze êrişên çekdarî li Misrê dizane, lê Exwanul Muslimîn wan tawanan red dike.

Basnews
Top