Di teqîna Beyrûtê de Şêwirmendê Seid Herîrî hate kuştin
Li gor Ajansa Nûçeyan a Fransayê, hejmara kuştî û birîndaran heya niha ne diyare. Teqin li navenda bajarê Beyrûtê çêbû.
Biryar bû Mihemed Şeth demjimêr 9:30’an de civînekê bi îtilafa dijberên Hikûmeta Sûriyê re ya bi nave ’’ 14 March’’ li Beyrûtêli darbixe.
Mihemed Şeth berê di zanîngeha Amerîkiya Beyrûtê de û piştre li Texas a Amerîkayê di ware Ekonomiyê de xwendina xwe bi dawî anî û di sala 1993’an vegeriya Lubnanê û di dewleta Refîq Herîrî de bû Cêgirê Serokê Banka Navendiya wî welatî.
Şeth di şerê di navbera Îsraîl û Hizbulaha Lubnanê de zêdetir weke berdevkê dewleta Lubnanê di medyayan de derdiket.
Ji havîna sala borî çendîn caran li Beyrûtê teqîn çêbûne. Teqîn piranî li herêmên bizava Şîeyên Hizbulahê de çêbûne.
Di mehên borî de di encama teqîneke bihêz li nêzî balyozxaneya Îranê li Beyrûtê 23 kes hatine kuştin û 150 kes jî birîndar bibûn.
