• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê panoramaya 2013an

Gulan Media December 28, 2013 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê panoramaya 2013an
Di sala 2013an de gelek bûyerên gelek girîng li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qewimîn.

Li Bakurê Kurdistanê bûyerên herî girîng di sala 2013an de, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ligel hunermendê mezin ê Kurd Şivan Perwer bo bajarê Amedê bû, herwiha aşkerekirina wêneyên Serokê PKKê Abdullah Ocalan.

Li Tirkiyê bi giştî jî bûyerên herî girîng, ragihandina pakêta demokrasiyê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, xwepêşandanên parka Geziyê û herwiha girtina kurên çend wezîrên hikûmeta AKPê ji aliyê polîsan ve bi tometa gendeliyê bûn.

panoramaya 2013an

- 9ê Çile, li Parîsê 3 çalakvanên jin ên PKKê hatin kuştin

-17ê Çile, bêjerê navdar Mehmet Alî Bîrand koça dawî kir

-21ê Çile, rokêtên patrîotê li Tirkiyê hatin bicihkirin

-1ê Sibatê, li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya Tirkiyê êrîş pêk hat

-11ê Sibatê, li deriyê dînor ê Cilvegoziyê teqîn rûda, 13 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn

-3ê Adarê, hunermendê navdar Muslim Gurses koça dawî kir

-21ê Adarê, peyama Serokê PKKê Abdullah Ocalan li Amedê hat xwendin. Di peyamê de qala pêkvejiyanê, rawestana şer û vekişîna şervanên PKKê ji Bakurê Kurdistanê

-4ê Nîsanê, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, Civata Mirovên Hişmend aşkere kir

-5ê Gulanê, tîma fûtbolê Galatasaray bû yekemê Tirkiyê

-8ê Gulanê, şervanên PKKê dest bi vekişînê kirin

-11ê Gulanê, li navçeya Reyhanli ya ser bi Antakyayê(Hatay) teqînekê qewimî: 45 mirî

-23ê Gulanê, Parêzgarê serdema Rewşa Awarte Hayrî Kozakçioglû di mala xwe de mirî hat dîtin

-27ê Gulanê, li Taksîma Stenbolê bûyerên Parka Geziyê destpêkirin

-29ê Gulanê, li ser Kendava Stenbolê bingehê pira sêyemîn hat avêtin

-27ê Tîrmehê, li dijî Balyozxaneya Tirkiyê ya Somaliyê êrîşekê pêk hat

-5ê Tebaxê, biryarên Doza Ergenekonê aşkere bûn

-2yê Îlonê, li Tirkiyê Doza derbeya 28ê Sibatê destpêkir

-16ê Îlonê, Tirkiyê helîkoptereke Sûriyê bi rokêtan xiste xwarê

-27ê Îlonê, şanogerê Navdar Tûncel Kurtîz koça dawî kir

-30ê Îlonê, pakêta demokrasiyê ji aliyê Receb Teyib Erdogan ve hat aşkerekirin

-29ê Cotmehê, li Kendava Stenbolê projeya Marmarayê, di bin avê de derbaskirina tirênê, hat vekirin

-31ê Cotmehê, cara yekê parlamenter bi serpoşên xwe ketin Parlamentoya Tirkiyê

-9ê Cotmehê, rojnamevan Savaş Ay koça dawî kir

-16ê Mijdarê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hunermend Şivan Perwer li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana bajarê Amedê kir

-Meha Kanûnê, partiyên siyasî yên Tirkiyê namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî aşkere kirin

-17ê Kanûnê, kurên wezîrên hikûmeta AKPê jî di nav de li dijî karsaz û burokrat operasyoneke berfireha hat destpêkirin. Ev yek di çapemeniyê de wekî şerê meydanî yê Cemaat Gulen û Hikûmeta AKPê hat nirxandin

-22ê Kanûnê, piştî 14 salan ji Îmraliyê cara yekem wêneyên Ocalan hatin belavkirin

-25ê Kanûnê, çend wêneyên din ên Ocalan hatin belavkirin

Rudaw
Top