• Thursday, 12 February 2026
logo

Dikandar ji bo Roboskî neçûn ser kar

Gulan Media December 28, 2013 Nûçe
Dikandar ji bo Roboskî neçûn ser kar
Ji bo 2yemîn salvegera komkujiya Roboskî, îro esnaf û dikandarên gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê neçûn ser kar û ketin bêdengiyê.

Li gor nûçeya ajansa DÎHAyê, li Şirnex û navçeyên wê yên wek Cizîr, Sîlopî û Hezex û herwiha li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê jî hemwelatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Herwiha li Wan û navçeyên Wanê, li Colemêrg û navçeyên Colemêrgê, Agirî û navçeyên Agiriyê û gelek navendên din jî hemwelatiyan dikanên xwe venekirin.

Şeva 28ê Kanûna 2011an, balafirên şerî yên Tirkiyê êrîşî komek gundiyên gundê Robsokî yê Qilabana Şirnexê kirin û di encamê de 34 gundî mirin.

Duh jî li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê meş û çalakiyên mezin ji bo şermezarkirina bûyerê hatin lidarxistin.

Di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de li zanîngehên Amed, Antalya, Kocaelî, Sêrt, Îzmîr û Semsûrê, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Muglayê bi hezaran xwendekar li hev kom bûn û bi çalakiyên girseyî komkujî şermezar kirin.

Xwendekarên Lîseya Pîşeyî û Enstîtuya Kiptaşê ya Rezan a Amedê xwestin çalakiyê pêk bînin û rastî mudaxaleya polîsan hatin. Xwendekaran darbest danîn ser milê xwe û komkujî şermezar kirin.

Rudaw
Top