• Friday, 13 February 2026
logo

Şerafedtîn Elçî hat bibîranîn!

Gulan Media December 28, 2013 Nûçe
Şerafedtîn Elçî hat bibîranîn!
Siyasetmedarê Kurd Şerafedîn Elçî li ser gora xwe ya li navçeyê Cizîre yê Şirnexê hat bibîranîn.

Siyasetmedarê kurd Şerafedîn Elçî ku par 25ê Kanûnê ji ber nexweşiyê wefat kir, li ser gora xwe ya li navçeya Cizîre yê Şirnexê hat bibîranîn. Hevserokê BDPê di merasima bîranîna Elçî de wiha got: “Eger birêz Elçî sax ba dê piştgiriyek mezin nîşanî pêvajoya çareseriyê bida."

Di merasimê de hevserokên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokê KCDê Ehmed Turk, parlamenterên BDPê Erol Dora, Demîr Çelîk û Nazmî Gur, Alîkara Hevserokên BDPê Meral Beştaş, Berpirsê Liqa 16an ê PDKê Serbest Lezgîn, Berpirsê Deriyê Sînorî yê Xabûr Îbrahîm Xelîl Hemdî Elî, Rahênerê fûtbolê Mustafa Denîzlî û gelek şaredar û namzedên şaredariyan û bi hezaran welatî beşdar bûn.
Top