Otomêlek li taxa Qudûr Beg a Qamişlo teqiya
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku teqîn îro derdora saet 10ê sibehê bi dema Hewlêrê li taxa Qudur Beg li hember benzînxaneya Bediro pêk hat.
Her li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, teqîna ku di rêya bombeyekê re bû, otombêla endamê Mala Gel a ser bi PYDê ve Xalid Temo kire amranca xwe û di encam de Xalid Temo birîndar bû.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku Xalid Temo niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û birînên wî sivik in.
Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku asayişa PYDê derdora cihê ku teqînê tê de çêbûye dorêç kiriye û nahêle kes jê ve nêzîk bibe û rê li ber medyayê jî girtiye.
Bajarê Qamişlo ku wek paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye, lê YPGê û asayişa PYDê li piraniya taxên bajêr hene.
Ev teqîn di demekê de ye ku duh YPGê bajarokê Til Birak û 8 gundên li derdora bajarokê Til Hemîs jî li başûrê Qamişlo ji bin kontrola çekdarên opozîsyona derxistin û xistine bin kontrola xwe, li gor ku medyaya nêzîkî PYDê belav kiriye.
Rudaw
