CHP: Dibe berpirsên komkujiya Roboskî werin eşkere kirin
Îro parlementerê CHPê û Cîgirê Serokê giştî yê wê partiyê Heluk Koç li parlementoya Tirkiyeyê de ragehand ku, hikûmet naxwaze berpirsên komkujiya Roboskî eşkere bike.
Heluk Koç eşkere kir ku, her çend du sal li ser komkujiya Roboskî de derbas bûye lêbelê heta niha hikûmet bo eşkere kirina berpirsên wê komkujiya han ti gavek neavêtiye.
Koç di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, jiber ku, destên berpirsên hikûmeta AKPê di wê komkujiyê de hene, naxwazên wan eşkere bike û çendîn car AKP xwestiye raportên amadekirî yên derbarê komkujiya Roboskî de biguhere.
