Hûrgiliyên civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî
Li gor çavkaniya Tora Medyayî ya Rûdawê, ew şanda hikûmetê ku bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye ji Cîgirê Serowkezîr Îmad Ehmed, Wezîrê Pilandananê D. Elî Sindî, Berdevekê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û çend rêveberên li Wezareta Darayî pêk tê.
Her li gor heman çavkaniyê, karnameya civîna Serowkezîrê Herêma Kurdistanê digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku biryare 2ê piştî nîvro li koşka serokatiya hikûmetê li Bexdayê birêve biçe, pêk tê ji gotûbêjkirina rewşa ewlekariya Kerkûkê û pirsgirêka navçeyên ku nakokî li ser hene, herwiha rêkeftina şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê di rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Tikriyê re ku 50% bi buhayekî herzantir ji bo Tirkiyê dibe û 50% ji bo bazarên cîhanê dibe.
Herwiha li gor çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di vê serdanê de dê behsa para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê bê kirin ku li gor hinek lêkolînên bêalî li ser budceyê, para ku ji bo Herêma Kurdistanê re hatiye danîn tenê 10.5% ji budceya Iraqê ye ne 17% ye, lewra çend rêveberên Wezareta Darayî ku di nava şanda Herêma Kurdistanê de ne dê vê yekê ronî bikin û gotûbêjan li ser bikin.
Herwiha dê behsa para Herêma Kurdistanê ji budceya bergiriyê ya Iraqê jî bê kirin ku li gor yasaya budceyên berê yên Iraqê û destûra Iraqê jî diviyabû Bexda para pêşmerge bidabane bo mûçe, cil, pêdivî û çekan ji bo pêşmerge. Lê ev yek jî pêk nehatiye piştî hilweşandina rejîma Sedam.
Li gor çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Amerîka pêşwazî û piştgiriya wê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dike, di vê derbarê de alîkarekî Wezîrê Derve yê Amerîka şeva borî bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî re kiriye.
Li gor çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryare Nêçîrvan Barzanî di wê serdanê de ligel Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Eneriyê Hisên Şehristanî bicive. Ku niha Bexda helwesteke nermtir ji berê dide li hember siyaseta potrolê ya Herêma Kurdistanê. Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdilkerîm Luaybî ragihand ku ew hêvîdarin ligel Herêma Kurdistanê bigihine rêkeftinekê derbarê pirsgirêkên petrolê de.
Petrola Herêma Kurdistanê roja 13ê vê mehê di rêya wê boriya petrolê re bo Tirkiyê hat şandin û Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ji Rûdawê re ragihand ku prose bi awayekî gelek serkeftî birêve diçe.
Her di vê derbarê de berdevkê berê yê Hikûmeta Iraqê D. Elî Debax di hevpeyvîneke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku hikûmeta Bexdayê naçare bi şandina petrola Herêma Kurdistanê razî bibe, ji ber ku Herêma Kurdistanê karî Enqere razî bike bêy ku guh bide rêgiriyên Bexdayê wê rêkeftinê rasterast ligel Hewlêrê îmze bike.
Herwiha li gor çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî di wê serdanê de biryare serdana Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Emar el-Hekîm bike û tevlî merasîma çilrojiya Îmam Hisên jî bibe.
Rudaw
