• Friday, 13 February 2026
logo

Bexdad: Otombêlek bi kelîseyekê ve hate teqandin

Gulan Media December 25, 2013 Nûçe
Bexdad: Otombêlek bi kelîseyekê ve hate teqandin
Îro 25/12/2013`an çarşeme li taxa Dure li başûrê Bexdadê otombêleke bombekirî kelîseyek kirin armanca xwe û di encamê de 20 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Ajansa Frans Presê lizarê efserekî li wezareta navxwe ya Êraqê ragihandiye ku otombêleke bombekirî mesîhiyên ku rêûresmên xwe li kelîseya Mar Yuhena birêve dibirin kirine armanca xwe.

Polîsên Êraqê jî ragihandine ku teqîn li nêzîkî kelîseyê encam daye piraniya qurbaniyan mesîhî bûne hatine kuştin, heya niha jî tu aliyekî berpirsyariya teqînê negirtiye stuyê xwe.

Polîsên Êraqê diyar kirin ku di heman demê de 2 teqînên din li bazarekî qelebalix ku piraniya wan mesîhî bûne li Durayê hatin encam dan û di encama teqînê de 6 kes hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

Xendan
Top