Bexdad: Otombêlek bi kelîseyekê ve hate teqandin
Ajansa Frans Presê lizarê efserekî li wezareta navxwe ya Êraqê ragihandiye ku otombêleke bombekirî mesîhiyên ku rêûresmên xwe li kelîseya Mar Yuhena birêve dibirin kirine armanca xwe.
Polîsên Êraqê jî ragihandine ku teqîn li nêzîkî kelîseyê encam daye piraniya qurbaniyan mesîhî bûne hatine kuştin, heya niha jî tu aliyekî berpirsyariya teqînê negirtiye stuyê xwe.
Polîsên Êraqê diyar kirin ku di heman demê de 2 teqînên din li bazarekî qelebalix ku piraniya wan mesîhî bûne li Durayê hatin encam dan û di encama teqînê de 6 kes hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.
Xendan
