Zafer Çaglayan û Muamer Guler îstifa kirin
li gor nûçeya ajansa Andolu, Çaglayan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku wî ji posta xwe îstifa kir.
Çaglayan got “Operasyona ku di 17ê kanûnê de hate destpêkirin diyar e ku li dijî hikumeta me, partiya me û welatê me dafikeke qîrêj e”.
Çaglayan herwiha got “Ji bo ku ev lîstika qirêj ya ku hevalên min ên xebatê û kurê min jî xistin li nav, bê xirabkirin ez ji posta xwe ya Wezariya Aboriyê îstifa dikim”.
her li gor heman ajansê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Muamer Guler jî dest ji kar vekişand.
Di operasiyonên 17ê vê mehê de ku wek “operasiyonên li dijî gendelî û rişwetê” hatine binavkirin, gelek karasz û kurê wezîrên Hikûmeta Tirkiyê hatine girtin, di nav wan de kurê Muamer Guler û Zafer Çaglayan hene.
Rudaw
