• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê duvdaçûnê ji bo pirsa bi parêzgehbûna Helebçeya Şehîd kir

Gulan Media December 25, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê duvdaçûnê ji bo pirsa bi parêzgehbûna Helebçeya Şehîd kir
Roja sêşemê 24/12/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyekî fermî da ji Serokayetiya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ji naveroka wan kar û ‏hengavan bê agahdar kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal bi mebesta parêzgehkirina Helebçeya Şehîd li ber girtiye.

Li vê nameyê da Serok Barzanî girîngiyeke zêdetir li ser Helebçeya Şehîd û bi parêzgehbûna wê dûpat kiriye û tekez jî li ser dabînkirina xizmetguzarî û kêmkirina kêşeyên xelkê şehîdperwerê Helebçe û dewrûbera wê kiriye.
Top