• Friday, 13 February 2026
logo

Ebdullah Ocalan:Hevdîtinên min bi dewletê re berdewamin

Gulan Media December 25, 2013 Nûçe
Ebdullah Ocalan:Hevdîtinên min bi dewletê re berdewamin
Li gor nûçeyek Ajansa Firat News`ê, Dîlek Ocalan birazîya seokê girtîyê PKK Ebdula Ocalan ku yekem care çûye Îmraliyê bo hevdîtina ligel Ocalan diyar kir ku, Ebdullah Ocalan gotiye: ´´Hevdîtinên me yên li gel heyeta dewletê dewam dikin. Hevdîtinên me yên dawî erênî derbas bûn, rêveçûna bi vî rengî ya hevdîtinên me, ji bo niha baş e.´´


Fatma Ocalan xwîşka rêberê PKKê Ebdullah Ocalan, biraziya wî Dîlek Ocalan, xwasiya girtiyê li Girtîgeha Îmraliyê Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, di roja duşembîyê 23'ê Kanûnê de çûne Girava Îmraliyê û bi malbatê re hevdîtin kirin.

Dîlek Ocalan diyar kir ku, hem ji ber kêmbûna demê hem jî ji ber heyecana hevdîtina destpêkê, gelek pirsên xwestiye bipirse nekarîbû bipirse û anî ziman ku, Ocalan derbarê pêvajoya dewam dike de gotiye: Hevdîtinên me yên bi şandeya dewletê re dewam dikin, hevdîtinên me yên dawî erênî derbas bûne û birêveçûna bi vî rengî ya hevdîtinên me, ji bo niha baş e.

Dîlek Ocalan ragihand ku, wê ji Ocalan re gotiye wêneyên wî hatine weşandin û nêrîna wî li ser wêneyan pirsiye û got: ´´Ocalan got, wêne baş dernekevtine. Herwiha ew wêne ji aliyê hevalên me ve nehatine weşandin.´´

Ocalan derbarê hevdîtinê de ev agahî da: Serok berê amade bû, jixwe dayîka min beriya min pê re rûniştibû, ez jî hatim odeyê û me silav da hev, min yekem car serok dît, lê rewşa tenduristiya wî baş xuya dikir.

Dîlek Ocalan diyar kir ku, dema hevdîtinê destpê kir, ewilî Ocalan dest bi axavtinê kiriye û bîranînên xwe jê re vegotiye û got: ´´Ocalan behsa derkevtina ji malê ya ji bo çûyîna dibistanê kir û got: ´´Min di 8 saliya xwe de yekem car dest bi têkoşînê kir ku di 8 saliya xwe de ji malê veqetiyam, bi tena serê xwe meşiyam, çûbûm Nîzîp`ê û gelekî aciz bibûm.´´

Dîlek Ocalan got:´´ Ocalan piştre temenê min ji min pirs kir û got, Min jî di wî temenî de yanî di 25 saliyê de têkoşîn da destpêkirin û got, Temenê te niha di cih de ye, tu jî dikare xebatê bimeşîne, dikarî xwe beşdar bikî.

Dîlek Ocalan da xuyakirin ku, silavê Ebdullah Ocalan li her kesî hebû û bi taybetî jî silav li jin û zarokan kiriye û di karê wan de serkevtin xwestiye.
Top